Bild på elever som leker på skolgården

Xwendingehên me yên taybetî

Xwendingehên taybetî yên dewletê, ku pênc herêmî û sê serasnerî ne, wan xwendekaran yên ku ji bedela xwendingehên adetî hewcedarîya wan bi xwendingehên taybetî heye werdigire.

Dêûbav ji zarokê xwe re xwendingeha taybetî daxwaz dikin heger zarok biçe wê xwendingehê. Heger mesafeya di navbera mala xwendekarî û xwendingehê de dûr be, îmkan heye ku di (nîv)sala xwendinê de cihek û demvalahîyeka çalakê ji xwendekarî re bê peyda kirin.

Xwendingehên me yên taybetî yên herêmî

Xwendekar yên ku kerr in yan bihîstina wan biqisûr e dikarin herin xwendingehên me yên taybetî yên herêmî Dersdan duzimanî ye û qismek jê bi zimanê îşaretan yê swêdî ye û qismekê din bi zimanê swêdî yê devkî yan nivîskî ye. Xwendingeha taybetî van xizmetan pêşkêş dike: jîngeheka zimanî ya ku îmkanê dide ku xwendekar di hemû warên xwendingehê de rastî zimanê îşaretan û zimanê swêdî were û wan zimanan bi kar bîne. Bi rêya vê duzimanîyê, îmkanên xwendekarî ku xwendinê bidomîne û beşdarî civakî bibe zêde dike.

Xwendingehên taybetî yên seranserî

Xwendingeh yên ku xwendekaran ji seranserî welatî werdigirin ji bo kesên cuda ne. Dersdan, jîngeh û awayên danûstandinê li gor hewcedarîyên xwendekaran tên guncandin.

Åsbackaskolan li Örebroyê, ji bo xwendekaran yên ku bihîstina wan biqisûr e û di heman demê de mezinbûna wan nenormal e û ji bo xwendekaran yên ku ji zikmakî kerr yan kor in. Ev xwendingeh xwendinê li gor îmkan û hewcedarîyên xwendekarî pêşkêş dike. Ji me re pir giring e ku em hez û xwasta xwendekarî ji bo têkildarîyê, hevahengîyê û danûstandinê di jîngeheka duzimanî de pêşde bibin.

Hällsboskolan li Stockholmê och Umeåyê, ji bo xwendekaran yên ku qisûra dijwar di zimanê wan de heye Dersdana vê xwendingehê bi rêyên cuda giranîyê dide ziman û danûstandinê. Ew vê yekê bi rêya jîngeheka xwendinê ya ku ji bo xwendekarên eleqedar hatiye guncandin û li gor hewcedarîyên wan yên ferdî hatiye ava kirin tê pêk anîn.

Ekeskolan li Örebroyê, ji bo xwendekaran yên ku çavqisûr in û di heman demê de seqetîyeka din jî li ba wan heye. Li gor hewcedarîyên taybetî yên xwendekaran, ev xwendingeh madeyên dersê bi rêya dersdanê ya ku ji bo çavan hatiye guncandin dide û dersan bi rêya alfabeya koran (Braille) dide û temrînan derbarê rênasîn û hereketkirin û xweserbûnê pêşkêş dike.

Heger kesek li xwendingeheka me ya taybetî xwendekar be

Em jîngeheka weha pêşkêşî xwendekarî dikin ku îmkana beşdarbûn û pêşveçûnê dide. Her kes dikare tevlî hevahengîya civakî bibe, hest bi aîdîttî û întîmayê bike û wek şex pêşde here.

Naveroka dersan ya xwendingeha taybetî ew qas ji ya xwendingeha bingehî ne cuda ye. Xebatkaran xwendingeha taybetî di warê berdestkirina xwendinê de ji bo kesên eleqedar yên xwendingehê pispor in. Nisbeta mamostayan li xwendingeha taybetî bilind e û komên dersê kêmtir in ji bona ku îmkan hebe ku têkildarîya bi xwendekarn re li gor îmkanên wan yên ferdî be. Xwendingeha taybetî dehsalî ye. Ji bilî Hällsboskolan li Stockholmê, hemû xwendingehên taybetî sefa/sinifa pêşdibistanê pêşkêş dikin.

Publicerat tisdag 3 januari 2017 Granskat måndag 9 januari 2017