Läromedelsutställning

Alavên hînkirinê yên berdest

Armanca me ew e ku divê heman xwendina hêja pêşkêşî hemû xwendekaran bê kirin. Hingî giring e ku alavên hînkirinê yên ku li gel şertên xwendekarî berdest in û diguncin hebin.

Pirsên girêdayî alavên hînkirinê di şîrekarîya me de hene. Di gelek halan de, alavên hînkirinê yên ku perwerdekar hildibijêre ji bo ku xwendekar li gor heman şertên hêja bigehe armancan pir giring in.

Me ji bo xwendekaran yên ku di corên cuda yên xwendingehan de ne wesîleyên hînkirinê yên alîkar û madeyên dersê di pêşangehên xwe yên alavên hînkirinê û di lêgerînkeka malpera xwe de civandine. Heger tu bixwazî serdana pêşangeheka me bikî, peywendîyê bi me re bike.

Em alavên hînkirinê di çarçoveya wan waran de çê dikin yên ku bazara ticarî hewcedarîyên wan tije nake. Herweha, em alîkarîya madî û piştgirîya pisporî didin şîrketan da ku alavên hînkirinê yên ku ew çê dikin li gor hewcedarîyan biguncînin û pêşxistin û berhemên alavên hînkirinê yên perwerdeya taybetî teşwîqdar bikin.

Publicerat tisdag 3 januari 2017 Granskat måndag 9 januari 2017