Wezîfeya me

Daîreya Xwendingehan ya Perwerdeya Taybetî ("SPSM" bi swêdî) dixebite ji bo ku îmkanan bide zarok, ciwan û mezinan, ka ew xwedî kîjan şiyan û qabiliyetan bin bila bibin, da di xwendina xwe de bigehin armancan.

Em vê wezîfeyê bi van rêyan pêk tînin:

  • alîkarîya perwerdehî ya taybetî
  • dersdan li xwendingehên taybetî
  • alavên hînkirinê yên berdest
  • alîkarîya madî ya dewletê

Em dizanin ka ji bo her seqetîyê kîjan netîceyên perwerdehî dibin. Alîkarîya ku em didin dikare derbarê hînbûna kesî, karê perwerdekaran yan xebat û rêxistinê de be.

Xwendina bikêrhatî mafê her kesî ye, şiyan û qabilyeta wî çi be bila bibe. Ji bo xwendineka weha, di pêşdibistan, xwendingeh û xwendinên mezinan de zanîn û xwedîşiyanbûn lazim e.

Şiyan û qabliyetên ku em pêşkêş dikin îmkanên perwerdehî yên taybetî yên ku li belediye yan xebatên perwerdehî yên serbixwe hene temam dikin.

Lêkolîn û hevkarî di warê perwerdeya taybetî de

Em dixebitin ji bo ku lêkolîn û tedbîq nêzîkî hev bibin. Ev xebat bi belavkirina lêkolînên perwerdeya taybetî bi rêya konferansan, semînaran, malperên cuda û di rojnameya me Lika värde [Heman qîmet] de pêk tê.

Em bi rêya networkan/netverkan hevkarîyê li gel zanîngeh û xwendingehên bilind jî dikin û beşdarî xwendin û kursan dibin.

Em bi wezîfeya xwe di European Agency for Special Needs and Inclusive Education [Daîreya Ewropayî ji bo Pêwîstîyên Taybetî û Perwerdeya Tevgir] de di hevkarîya ewropayî de ne. Têkilîyên navneteweyî, bi rêya networkan yên ku di çarçoveya warên pisporîya me de ne, pir giring in. Bi taybetî di warên seqetîyên kêmdîtî de.

Hevkarîya me ya mintezem li gel Daîreya Giştî ya Xwendingehan û Mifiteşiya Xwendingehan heye.

Publicerat tisdag 3 januari 2017 Granskat måndag 9 januari 2017