Modell av svenska skolsystemet

Sîstema xwendinê ya swêdî

Formên xwendinê yên îlzamî/ferz û neferz di sîstema xwendinê ya swêdî de hene. Xwendingeha bingehî nehsalî ye û ji bo xwendekaran yên ku dibin 7-salî û pêve îlzamî ye.

Ji bo xwendekaran/telebeyan yên ku hewcedarîya wan bi xwendineka din ji xeyrî xwendingeha bingehî heye, xwendingeha bingehî ya taybetî û xwendingeha taybetî hene. Pêşdibistan û sefa/sinifa pêşdibistanê ji bo zarokên biçûktir formên xwendingehê yên neferz in. Xwendingeha amadeyî/sanewî/lîseyî och corên din yên xwendina mezinan ji bo xwendekaran yên ku dibin 16-salî û pêve hene.

Piranîya xwendingehên swêdî resmî ne û belediye wan bi rê ve dibin. Lê hejmara xwendingehên azad jî zêde dibe. Piranîya zanîngeh û xwendingehên bilind dezgehên resmî ne. Zanîngeh û xwendingehên bilind serbixwe û bêalî ne.

Wêneyê mezintir yê sîstema xwendinê ya swêdî

Agahdarîyên zêdetir li ser formên xwendingehan yên swêdî di malpara Daîreya Giştî ya Xwendingehan de bixwîne

Qanûna xwendingehan bingehê hemû xwendinê ye

Qanûna xwendingehan ya swêdî ji bo hemû qonaxên xwendinê, ji pêşdibistanê heta amadeyîyê/sanewîyê, û ji bo mafê xwendinê yê mezinan bingeh e. Qanûna xwendingehan biryar daye ku divê xwendin, bêyî ferq û cudahiyên cins, netewe, cihê lêmanê yan şertên civakî û aborî, ji bo her kesî berdest be. Alîkarîya taybetî dê ji bo xwendekaran yên ku jê re zehmet dibe ku xwendina xwe bibin serî bê pêşkêş kirin.

Parleman, hikûmet û Daîreya Giştî ya Xwendingehan ji plana xwendinê, biryarname, şîretên giştî û pêşkarên pêşvebirinê yên seranserî welatî berpirsiyar in da niyetên qanûna xwendingehan bibin rastî. Îmtîhanên giştî, nirxandin û teftîş qismên din yên birêvebirina sîstema xwendinê ne.

Berpirsiyarî li ser astê welatî

Li ser astê welatî, hikûmet ji xwendingehê berpirsiyar e û ew wezîfeyan li gor berpirsiyarîyan dide daîreyên xwendingehan.

  • Berpirsiyarîya Mifetişîya xwendingehan ew e ku çavdêrîya xwendingehan, xwendina mezinan, navendên demvalahîyê, pêşdibistan û xebatên perwerdehî yên din bike.
  • Daîreya xwendingehan kar û xebata berpirsiyarên serekî yên xwendingehan, karê pêşdibistanan û karê xwendingehan bi rê ve bibe, dişopîne, dinirxîne û jê re dibe alîkar.
  • Daîreya Xwendingehan ya Perwerdeya Taybetî îmkanên belediye û xwendingehan temam dike. Ev daîre di pirsên derbarê hînbûna kesî, karê perwerdekaran yan xebat û rêxistinê de alîkarîyê dike. Ev daîre xwendingehên taybetî ji bo hin seqetîyan jî bi rê ve dibe.
Publicerat tisdag 3 januari 2017 Granskat måndag 9 januari 2017