foton på leende elever

Kurmancî (Kurmanji)

Tu bi xêr hatî bo rûpelên me yên bi kurmancî Li vê derê tu dikarî li ser sîstema xwendinê ya swêdî, li ser wezîfeya Daîreya Xwendingehan ya Perwerdeya Taybetî û li ser xwendingehên me yên taybetî bixwînî.

Xwendingeha bingehî li Swêdê îlzamî/ferz e û ji neh salên xwendinê pêk tê. Ji bo xwendekaran/telebeyan yên ku hewcedarîya wan bi xwendineka din ji xeyrî xwendingeha bingehî heye, xwendingeha bingehî ya taybetî û xwendingeha taybetî hene.

Agahdarîyên zêdetir li ser sîstema xwendinê ya swêdî bixwîne

Wezîfeya me

Daîreya Xwendingehan ya Perwerdeya Taybetî ("SPSM" bi swêdî) dixebite ji bo ku îmkanan bide zarok, ciwan û mezinan, ka ew xwedî kîjan şiyan û qabiliyetan bin bila bibin, da di xwendina xwe de bigehin armancan. Em vî karî bi rêya alîkarîya perwerdehî ya taybetî, dersdanê di xwendingehên taybetî de, alavên/wesîleyên hînkirinê yên berdest û alîkarîya madî ya dewletê dikin.

Agahdarîyên zêdetir li ser wezîfeya me û xwendingehên me bixwîne

Peywendîyê bi me re bike

Publicerat tisdag 3 januari 2017 Granskat måndag 9 januari 2017